Endamê parlimana Ewropayê rexne li daxwaza alîkarîya darayî ya nû bo Ukraynê girt
Endamê parlimana Ewropayê û rêberê partîya rastgir a “Pêşeroja Neteweyî” ya Îtalyayê, rexne li daxwaza Ukraynê ji bo wergirtina 70 milyar Euroyên din ji Ewropayê di sala 2027an da girt û got ku Zelenskî digel Ewropayê wekî amûreke dayîna pereyan tevdigere.
Roberto Vanatçî tevî amajeya bi terxankirina 90 milyar Euroyên alîkarîya borî, daxwaza sekinandina alîkarîyên darayî bo Ukraynê kir û teqeziya li ser vêya kir ku divê ev çavkanî ji bo piştgirîya ji welatîyên ewropayî bên xerckirin. Hevdem, Robert Fîtso, Serokwezîrê Slovakîyê ragihand ku welatê wî dê di dabînkirina darayî ya nû ya Ukraynê da beşdar nebe; ev di halekî da ye ku Komîsyona Ewropayê jî qala terxankirina 3 milyar û 300 milyon Euroyên din ji bo kirrîna mûşek û xwefirran bo Ukraynê kiriye.