Bihayê nefta Brênt nêzikî sedî bilind bû
Çirî 17, 2026 16:26 Asia/Tehran
Bihayê nefta Brênt li bazarên cîhanî di hefteya raborî da tevî zêdebûneke nêzikî sedî 5 gihîşte 109 dolar û 86 sentan anegorî her bermîlekê.
Di vê heyamê da, bihayê rojane yê herî zêde yê nefta Brênt beramberî 110 dolaran û herî kêm ê beramberî 102.33 dolaran di her bermîlekê da bû. Nîgeranî ji aloziya di dabînkirina enerjîyê da, bi taybetî di pey kêşeyan li Rojhilatê Navînê û sînordarkirina hatûçûna neftkêşan li Tengava Hormizê di pey destdirêjîya amerîkayî-siyonîstî dijî Îranê da, ji hokarên sereke yên zêdebûna bihayê neftê ne.