Yekitîya Ewropayê: Zivistaneke gellekî dijwar li pêş e 
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i360888-yekitîya_ewropayê_zivistaneke_gellekî_dijwar_li_pêş_e
Berdevka enerjîyê yê Komîsyona Ewropayê hişyarî da ku zêdebûna giran a bihayê enerjîyê, Ewropa daniye bere berê zivistaneke gellekî dijwar û dikare qeyrana têçûyên jîyanê gurrtir bike.
(last modified 2026-10-14T16:50:33+00:00 )
Çirî 14, 2026 17:17 Asia/Tehran
  • Yekitîya Ewropayê: Zivistaneke gellekî dijwar li pêş e 

Berdevka enerjîyê yê Komîsyona Ewropayê hişyarî da ku zêdebûna giran a bihayê enerjîyê, Ewropa daniye bere berê zivistaneke gellekî dijwar û dikare qeyrana têçûyên jîyanê gurrtir bike.

Ana Kaysa Îtkonên (Anna-Kaisa Itkonen) tevî amajeya bi zêdebûna bihayê enerjîyê, hişyarî da ku bazarên enerjîyê jî di mehên bê da dê  bi nearamî û rewşeke pêşbînînebûyî ya mezin ra rûbirû bin.Ana Kaysa Îtkonên berdevka enerjîyê yê Komîsyona Ewropayê tevî amajeya bi dûhatên qeyrana Tengava Hormizê got: Nêzikî sedî 20ê neft û gazê yê cîhanê ji bo çend mehan bi aloziya veguhestinê ji vê rêgehê ra rûbirû bûye. Paola Pînîyo, berdevkê payebilind ê Komîsyona Ewropayê jî tekez kir ku qeyrana Tengava Hormizê û bandora wê li ser bihayan û dabînkirina enerjîyê, şert û mercên ku nayên pêşbînîkirin pêk aniye û ji ber vê yekê, pêkanîna guhêrbariyeke zêdetir di rêzikên hawirdekirina metanê da pêwîst e.