Nerazîtî li Fransayê û şîdeta polîsê vî welatî hema wisa berdewam in
Nerazîtîyên xwendevanên dibistanên navîn ên Fransayê ku bi piştgirîya komên cûrbicûr ên mamoste, karker û xwendekar û hin kesayetên sîyasî ra hevrê bûye, li bajarên cûrbicûr ên Fransayê hema wisa didomin.
Xwendevanên dibistana navîn li bajarên cûrbicûr ên Fransayê di hefteya sêyem a nerazîtîyên xwe da careke din wek berteka li hember kêmbûna mamoste û îmkanan û neberanberiya di perwerdeyê da, hatin nav kolanan; nerazîtîyên berfireh li bajarên mezin ên Fransayê ku weke rojên raborî tûşî şîdet û pevçûna polîs bûn. Nêzikî 480 hezar kes û li gorî amara Wezareta Karên Hundur, 161 hezar û 500 kes li seranserî Fransayê dest bi xwenîşandanê kirin ku heta niha zêdetirî 6000 kes hatine girtin. Rûbirûbûna tund a polîs digel nerazîyan ku piranî di bin temenê qanûnî da ne hema wisa nîgeranî û bertekên navdewletî pêk tîne.