Serokê Demokiratan li Sênayê: Amerîkî dê di meha Mijdarê de bersiva Trump bidin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i359346-serokê_demokiratan_li_sênayê_amerîkî_dê_di_meha_mijdarê_de_bersiva_trump_bidin
Çak Şomêr, serokê Demokiratan li Sênaya Amerîkayê û sênatorê Demokrat, wek berteka li hember twîtekê li ser rapirsiyekî nû yê CNN`ê li bara nerizamendiya pirr zav a xelkê Amerîkayê ji Trump nivîsî: Kî fikir dikir dawiya van karan eva be? Eva ku şevê heta sibê di Trûs Soşiyalê de posta daynî, bi perê kesên bacê didin, holên lûks û avfûrîngên xirab çêbikî.
(last modified 2026-07-30T15:22:05+00:00 )
Tîrmeh 30, 2026 18:42 Asia/Tehran
  • Serokê Demokiratan li Sênayê: Amerîkî dê di meha Mijdarê de bersiva Trump bidin

Çak Şomêr, serokê Demokiratan li Sênaya Amerîkayê û sênatorê Demokrat, wek berteka li hember twîtekê li ser rapirsiyekî nû yê CNN`ê li bara nerizamendiya pirr zav a xelkê Amerîkayê ji Trump nivîsî: Kî fikir dikir dawiya van karan eva be? Eva ku şevê heta sibê di Trûs Soşiyalê de posta daynî, bi perê kesên bacê didin, holên lûks û avfûrîngên xirab çêbikî.

Wî herwiha got: Kî fikir dikie şerrê nû û bêdawî bi rê bixî, pêşbirkên UFC`ê di Koşka Sipî de li dar bixî, dosiyeyên Epstîn pîne bikî, îznê bidî dayireyên Koçberî û Gomrikê ku di bajaran de bêyî çavdêrî tev bigerin, navê balafirgeh û rawestgehên tirenan bêxî ser navê xwe, kesên ku rola wan di bûyera 6`ê Çillê de hebûye efû bikî, pilanên sînûrdarkir ên dengdayînê pêşda bibî û ji vana hemûyan ji bo bi mîlyardan xêr û qazanc derxî û paşê jî çavlirê bî encama wê nebe eva? Wî herwiha got: Eva du sal in ku Donald Trump amerîkiyan difroşe pêşniyaya herî jorîn û giran. Amerîkî wê di meha Mijdarê de bersiva wî bidin.