Xwenîşanderên li Waşîngtonê daxwaza girtina Netaniyahu kirin
Bi sedan xwenîşander li Waşîngtonê daxwaz kirin ku rayedarên Amerîkayê hikma girtina serokwezîrê Rejîma Siyonîst ku ji hêla Dadgeha Cezaya Navnetewî ve hatiye dayîn, cih bîne.
Hejmarek ji xwenîşanderên ku girtina Netaniyahu dikirin, tevî barana guj û hebûna hêzên ewlehiyê bi awayekî berfireh derbasî lobiya Hotêla Forsîzênzê li Corc Tawnê bûn; Cihê ku Netaniyahu li wir şîv dixwer. Di vîdêoyan de dirûşmên wekî Bîbî Bîbî tu nikarî xwe veşêrî… Tu jînosaydê dikî tên bihîstin. Dadgeha Navnetewî ya Cezayê di sala 2024`an de ji bo Netaniyahu û Yûav Galant, wezîrê berê yê berevaniya Rejîma Siyonîst hikmê girtinê derxistibû û wê li ser bingeha tawanên têkildarî cinayetên cengê û cinayeta dijî mirovantiyê di şerrê jînosaydê ya Rejîma Siyonîst li Xezzê ragihand.