NewYork Timesê hegerên sereke yên vekişyana Trump eşkere kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i359232-newyork_timesê_hegerên_sereke_yên_vekişyana_trump_eşkere_kir
NewYork Timesê di raporekê de îdia kir ku Trump piştî ku rawêjkarên wî li ser dûhatên şêr hişyarî dan ji berfirehkirina pevçûna bi Îranê re paşde vekişya.
(last modified 2026-07-26T13:20:00+00:00 )
Tîrmeh 26, 2026 12:12 Asia/Tehran
  • NewYork Timesê hegerên sereke yên vekişyana Trump eşkere kir

NewYork Timesê di raporekê de îdia kir ku Trump piştî ku rawêjkarên wî li ser dûhatên şêr hişyarî dan ji berfirehkirina pevçûna bi Îranê re paşde vekişya.

NewYork Timesê di raporekê de îdia kir ku rawêjkarên Trump hişyarî dan wî ku dewama şerekî berfireh dikare yedekên mûşekên Berevaniya Esmanî ya Amerîkayê pir kêm bike, mûşekên ku jibo parastina meqer û hêzên Amerîkayê li Rojhilata Navîn girîngiyeke stratejîk hene. Li gorî vê raporê, Trump û cîgirên wê yên payebilind her wiha ji berfirehbûna şêr li Rojhilata Navîn, paşdevekişyana hevpeymanên sereke yên Amerîkayê li Kendava Farsê ku li himberî êrişa Îranê lawaz in, qeyrana aborî ya cîhanî û qeyranên enerjiyê û mesela penaberan dilgiran in. 

 Di eynî demê de tê gotin ku îniya borî dema ku mûşekeke Balistîk ji berevaniya esmanî ya Amerîkayê derbas bû, sê leşkerên amerîkî li Urdinê hatin kuştin.