Qanûndanerên amerîkî li ser hevhatinameya hevkariya navokî ya Waşîngton û Riyazê pêhişyarî dan
Qanûndanerên amerîkî pêhişyarî dan hevhatinameya navokî ku hikûmeta Donald Trump bi Erebistanê re wajo kiriye, wê xetera gurrkirina rikeberiya li ser çekên navokî li Rojhilata Navînê bi dû xwe ve bîne.
Malpera amerîkî ya Polîtîkoyê nivîsî: Hin qanûndanerên amerîkî ji her du partiyên Demokrat û Komarxwez ên wek sênator Kirîs Morfî, endamê Demokrat ê Komîteya Peywendiyên derveyî ya Sênaya Amerîkayê û Can Kênêdî, sênatorê Komarxwez , pêhişyarî dane ku hevhatinameya navokî ya ku vê dawiyê di navbera Waşîngton û Riyazê de hatiye wajokirin, dikare di demeke taybet de û hevgavê dewama êrişa Amerîkayê ser Îranê, bibe sedema rikeberiya navokî ya li nAVçê.
Wezareta enerjiyê ya Amerîkayê duh şev ragihand ku Kirîs Rayt, wezîrê enerjiya vî welatî û şazade Ebdilezîz Bin Selman, wezîrê enerjiya Erebistanê hevhatinameyeke hevkariyê ya ser navê Hevhatinameya 123 û hevhatinameyeke dualî ya hevkariya di warê kontrolkirina mesa çavdêriyê di mesela navokî de wajo kirin.