Desteserkirina bi dehan kesên nerazî li Mînyapolîsa Amerîkayê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i358260-desteserkirina_bi_dehan_kesên_nerazî_li_mînyapolîsa_amerîkayê
Hêzên Polîs ên Amerîkayê bi dehan kesên nerazî himberî sîyasetên Donald Trump Serokomarê Amerîkayê yên têkildarî koçberan li derveyî avahîyeke federal li şarê Mînyapolîsê desteser kirin.
(last modified 2026-02-08T12:05:22+00:00 )
Sibat 08, 2026 14:31 Asia/Tehran
  • Desteserkirina bi dehan kesên nerazî li Mînyapolîsa Amerîkayê

Hêzên Polîs ên Amerîkayê bi dehan kesên nerazî himberî sîyasetên Donald Trump Serokomarê Amerîkayê yên têkildarî koçberan li derveyî avahîyeke federal li şarê Mînyapolîsê desteser kirin.

Nerazîyên amerîkî li Mînyapolîsê ji bo nîşandayîna nerazîbûnê li ber wê avahîyê kom bibûn, lê ew kombûn veguherî şîdet u pevçûnê û polîsan 42 nerazî desteser kirin.

Nerazî bi boneya derbasvbûna mehekê ji kuştina Rênê Gûd jina amerîkî ya niştecîyê Mînesûtayê bi destê hêzên Dayra Koçberîyê kom bibûn. Duh jî bi sedan kes li parkeke şarê Mînyapolîsê kom bûn ta ku Rênê Gûd u Alêks Pirîtî bi bîr bînin. Rêkxerên vê merasimê ragihandin ku bicihbûna Hêzên Federal li vî şarî dagirkerî ye.