Teqîneke terorîstî li mizgevteke Şîeyên Pakistanê qewimî
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i358227-teqîneke_terorîstî_li_mizgevteke_Şîeyên_pakistanê_qewimî
Vê sibê teqîneke terorîstî li mizgevta Hezreta Xedîce (S) a şarê Islambad paytexta Pakistanê qewimî.
(last modified 2026-02-06T11:46:35+00:00 )
Sibat 06, 2026 08:56 Asia/Tehran
  • Teqîneke terorîstî li mizgevteke Şîeyên Pakistanê qewimî

Vê sibê teqîneke terorîstî li mizgevta Hezreta Xedîce (S) a şarê Islambad paytexta Pakistanê qewimî.

Di encama vê teqîna terorîstî da zêde ji 30 nimêjker hatin şehîdkirin u zêde ji 160 kes jî hatin birîndarkirin. Teqîn di dema nimêjkirinê da qewimî û li gorî raporên berayî teqîn encama xweteandinê bûye.

Ellame Nasir Ebbas Ceferî Serokê Partîya Civata Yekitîya Misilmanan û Serokê opozosyonê li Meclisa Sena ya Pakistanê kiryara terorîstî ya dijî nimêjkerên Şîe şermezar kir u xwest ku hikûmet demlidest dest bi lêkolînê bike û sebebkaran jî ceza bike.

Ismayîl Beqayî Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê jî tevî şermezarkirina vê kiryara terorîsît li Pakistanê, pêgirî ser helwesta vebirr a Komara Islamî ya Îranê ya şermezarkirina hemî awa û curên terorîsm û tundrêtîyê kir u dîyar kir ku sekinîna himber dîyardeya şûm a terorîsmê hewcedarê hevkarî u hevahengîya welatên herêmê û têkoşîna berdewam himber terorîstan, rêkxer u piştgirên wan e.