Li Kalîfornîyayê lehî rabû; 3 kesî can da
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i357662-li_kalîfornîyayê_lehî_rabû_3_kesî_can_da
Rayedarên eyaleta Kalîfornîya ya Amerîkayê ragihandin ku ji ber barana guj li gellek herêmên vê eyaletê ku ketîye rojavaya Amerîkayê, lehî rabû û erd qelişî u di encamê da heta şeva buhurî 3 kesî can daye.
(last modified 2025-12-26T11:40:24+00:00 )
Kanûn 26, 2025 17:48 Asia/Tehran
  • Li Kalîfornîyayê lehî rabû; 3 kesî can da

Rayedarên eyaleta Kalîfornîya ya Amerîkayê ragihandin ku ji ber barana guj li gellek herêmên vê eyaletê ku ketîye rojavaya Amerîkayê, lehî rabû û erd qelişî u di encamê da heta şeva buhurî 3 kesî can daye.

Ji ber rabûna tofan u baranên guj, welatîyan terka malê dan û hin cadeyên sreke jî hatine girtin. Gellek kes di nav maşînan da di nav lehîyê da asê man ku komên hawargiheştinê ketin dewrê.

Qayimeqamê Kalîfornîyayê jî li Los Anceles û çend şarên din ên başûra vê eylatê rewşa awarte ragihand. Ji ber barannê guj, lehî u tofanê ceryana nêzî 100 hezar kes ji niştecîyên Kalîfornîyayê heta duh danê êvarê jî qut bibû.