Şandina hêzên amerîkî bo Ekvadorê/ Venezoelayê ji Konseya Emnî xwest bicive
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i357554-Şandina_hêzên_amerîkî_bo_ekvadorê_venezoelayê_ji_konseya_emnî_xwest_bicive
Amerîkayê ragihand ku personelên Hêza Deryayî ya vî welatî ji bo tişta ku têkoşîna himber qaçaxa maddeyên hişber bi nav kir, li Ekvadorê hatin bicihkirin.
(last modified 2025-12-18T11:06:35+00:00 )
Kanûn 18, 2025 16:35 Asia/Tehran
  • Şandina hêzên amerîkî bo Ekvadorê/ Venezoelayê ji Konseya Emnî xwest bicive

Amerîkayê ragihand ku personelên Hêza Deryayî ya vî welatî ji bo tişta ku têkoşîna himber qaçaxa maddeyên hişber bi nav kir, li Ekvadorê hatin bicihkirin.

Ev bicihkirina hêzên deryayî di germegerma tundbûna gêreyên di navbera Amerîka u Venezoelayê da pêk hat, di halekî da ku Waşîngtonê, Madoro Serokomarê Venezoelayê, bi qaçaxa maddeyên hişber tawanbar kirîye. Bi dû ragihandna plana bicihkirina hêzên amerîkî li Ekvadorê, dewleta Venezoelayê xwest ku endamên Konseya Emnî ya NY ji bo hilkolandina mijara destdirêjîya berdewam a Amerîkayê ser vî welatî bicivin.