Orban derbara erdheja sîyasî li Ewrûpayê de hişyarî da
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i357283-orban_derbara_erdheja_sîyasî_li_ewrûpayê_de_hişyarî_da
Serokwezîrê Hingarîyayê got: Mukurhatina derheq têkçûna Kîyevê, yê piştgirên sîyasî yên Ukraynê bihejîne.
(last modified 2025-11-30T11:32:33+00:00 )
Tesrîn 30, 2025 15:02 Asia/Tehran
  • Orban derbara erdheja sîyasî li Ewrûpayê de hişyarî da

Serokwezîrê Hingarîyayê got: Mukurhatina derheq têkçûna Kîyevê, yê piştgirên sîyasî yên Ukraynê bihejîne.

Vîktor Orban welatên rojavayî bi birêxistina şerê li Ukraynê tawanbar kir û hişyarî da ku rêvebirên welatên rojavayî amade dibin ku hêz û leşkeran bişînin û rê bidin ku ev şera veguhere ticaretê.

Orban amajeyî boykotên dîplomatîk ên YE kir u got: Hîngarîya himber zextên ji bo qutkirina peywendîyên tev Ûrsêtê teslîm nebûye û careka din pêşnîyara mazûvanîya muzakireyên aştîyê raber kirîye. 

Wî di dewamê da  serederîya welatên rojavayî rexne kir u got: Destpêkê dirav dan, paşê çek u rext û nika jî eyan bûye ku heke bi rastî pêwîst be, yê leşkeran jî bişînin. Serokwezîrê Hîngarîyayê ser vê bawerê ye ku di vî şerî da dîplomasî bûye gorîyê beşa berevanîyê.