Bêrêzîya Trump himber nûçegîhanên jin didome
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i357282-bêrêzîya_trump_himber_nûçegîhanên_jin_didome
Donald Trump Serokomarê Amerîkayê di civîneke çapemenîyê da, careka din bêrêzî li nûçegîhaneke jin kir u ew ehmeq bi nav kir.
(last modified 2025-11-30T11:28:52+00:00 )
Tesrîn 30, 2025 14:58 Asia/Tehran
  • Bêrêzîya Trump himber nûçegîhanên jin didome

Donald Trump Serokomarê Amerîkayê di civîneke çapemenîyê da, careka din bêrêzî li nûçegîhaneke jin kir u ew ehmeq bi nav kir.

Ev bêrêzîya Trump piştî ku nûçegîhana jin pirsek derbara hegera tawanbarkirina hikûmeta Biden di dosîya gumanbarê êrişa li Waşîngtonê da ji wî kir, pêk hat. Eva duyemîn bêrêzîya Trump himber nûçegîhanên jin di hefteya vê dawîyê da ye; hefteya buhurî jî wî di bersiva pirsa nûçegîhaneke jin têkildarî dosîya Cêfrî Epistêyn da got: Bêdeng be beraza piçûk. Reftara dijejinane û bêrêzane ya Trump himber nûçegîhanên jin nîşaneyeke bêrêzîya kûr a wî himber azadîya medyayê û jinan e.