Çîn: Bila Amerîka sozên xwe yên ji bo bêçekkirina navokî cih bîne
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i356968-Çîn_bila_amerîka_sozên_xwe_yên_ji_bo_bêçekkirina_navokî_cih_bîne
Berdevka Wezareta Derve ya Çînê got: Divê Amerîka bi rastbêjî sozên xwe yên ji bo bêçekkirina navokî cih bîne.
(last modified 2025-11-07T11:42:46+00:00 )
Tesrîn 07, 2025 12:59 Asia/Tehran
  • Çîn: Bila Amerîka sozên xwe yên ji bo bêçekkirina navokî cih bîne

Berdevka Wezareta Derve ya Çînê got: Divê Amerîka bi rastbêjî sozên xwe yên ji bo bêçekkirina navokî cih bîne.

Mao Nîngê got: Şiyanên navokî yên Çînê bi Amerîka  û Rûsiyê re nayên qiyaskirin û daxwaza ji Çînê jibo tevlîbûna nav muzakireyên kontrolkirina çekên navokî di vê qonaxê de neheqî, nemaqûl û ne pêkan e. Berdevka Wezareta Derve ya Çînê destnîşan kir: Divê Amerîka bi rastbêjî sozên xwe yên ji bo bêçekkirina navokî cih bîne û tedbîran bigire da ku cebilxaneya xwe ya navokî kêm bike da ku şert û mercên ji bo bidestxistina bêçekkirina navokî ya cîhanî û tam pêk were. Donald Trump, serokkomarê Amerîkayê pêştir ragihandibû ku wî ferman daye Wezareta Şer a vî welatî ku ku ceribandina çekên navokî ji nû ve dest pê bike.