Kiryara nepenî ya Amerîkayê derbara leşkerên xwe li Iraqê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i356388-kiryara_nepenî_ya_amerîkayê_derbara_leşkerên_xwe_li_iraqê
Parlemanterekî iraqî raporên derbarê vekişîna leşkerên amerîkî ji wî welatî derew zanî.
(last modified 2025-09-28T11:21:53+00:00 )
Îlon 28, 2025 11:07 Asia/Tehran
  • Kiryara nepenî ya Amerîkayê derbara leşkerên xwe li Iraqê

Parlemanterekî iraqî raporên derbarê vekişîna leşkerên amerîkî ji wî welatî derew zanî.

Yûsif Kelabî parlimanterê iraqî ragihand ku raporên derbarê vekişîna leşkerên amerîkî ji vî welatî  derew û xapandin in. Wî  her wiha got: Amerîka di halê xurtkirin u zêdekirina leşkerên xwe li baregehên heyî li Iraqê ye. Waşîngton hewl dide ku raporên derew derbarê vekişîna xeyalî ji Iraqê  biweşîne, lê di heman demê de li dû zêdekirina hejmara leşkerên xwe ye.

Kelabî tekez kir: Leşkerên amerîkî rehet di navbera Sûriye û Iraqê de diçin û tên. Divê hikûmet li dijî binpêkirina serweriya vî welatî bikeve tevgerê.