Vegera 13 welatiyên fransî ji kampên di bin kontrola kurdên Sûriyê de
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i356210-vegera_13_welatiyên_fransî_ji_kampên_di_bin_kontrola_kurdên_sûriyê_de
Di dewama demajoya vegerandina welatiyên gumanbarê hevkariya bi DAIŞê re, Fransayê sê jin û 10 zarok ji kampên Sûriyê veguhestin welêt.
(last modified 2025-09-17T11:43:38+00:00 )
Îlon 17, 2025 14:52 Asia/Tehran
  • Vegera 13 welatiyên fransî ji kampên di bin kontrola kurdên Sûriyê de

Di dewama demajoya vegerandina welatiyên gumanbarê hevkariya bi DAIŞê re, Fransayê sê jin û 10 zarok ji kampên Sûriyê veguhestin welêt.

France Pressê û radyoya RFIê ragihandin ku du jinên ku hatine vegerandin di bin çavdêriya polîsan de ne û ya sêyem jî muhtemel e were cezakirin.

Zarokên bi wan re radestî navendên xizmetên civakî hatine kirin û dê di bin çavdêriya dozgeriya herêmî û saziyên peywendîdar de bin. Ev endamên DAIŞê li Sûriyê bûn. Piştî derbasbûna zêdetirî pênc salan ji işkesta leşkerî ya DAIŞê li herêmê, bi dehan hezar kes hîn jî di kamp û zindanên li bakur- rojhilatê Sûriyê di bin kontrola Kurdan de tên xweyîkirin û piraniya wan gumnabrê têkiliya bi DAIŞê re ne.