Hejmara goriyên lehiya li Pakistanê rabû 910 kesî
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i356089-hejmara_goriyên_lehiya_li_pakistanê_rabû_910_kesî
Saziya Sekinîna li hember Qeyranê li Pakistanê ragihand: Ji dema destpêbûna baranên demsalê yên îsal yên vî welatî ve, herîkêm 910 kes di encama bûyerên têkildar ên wekî lehiyê de jiyana xwe ji dest dane.
(last modified 2025-09-08T11:29:52+00:00 )
Îlon 08, 2025 18:44 Asia/Tehran
  • Hejmara goriyên lehiya li Pakistanê rabû 910 kesî

Saziya Sekinîna li hember Qeyranê li Pakistanê ragihand: Ji dema destpêbûna baranên demsalê yên îsal yên vî welatî ve, herîkêm 910 kes di encama bûyerên têkildar ên wekî lehiyê de jiyana xwe ji dest dane.

Li gorî rapora çavkaniyên nûçeyan ên Pakistanê, hejmara herî zêde ya kuştiyên ji ber lehiyê di du mehên buhurî de li navçeyên bakûr û çiyayî bûye û herîkêm 442 welatiyên Pakistanê di vê navçeyê de jiyana xwe ji dest dane. 

Herwiha 252 kes di encama tepbûna malan de, 65 kes ji ber xeniqîna li lehiyên Pakistanê canê xwe ji dest dane.

 Lehî û baranên li Pakistanê heta nika derbe li heft hezar û 850 malan xistine û zêde ji şeş hezar û 180 serî pez û dewar li gundên Pakistanê telef bûne.

Berdewambûna lehiyê li Pakistanê gefê li herîkêm 1600 gundên vî welatî dixwe.