Tundbûna gêreyên ticarî di navbera Amerîka û Hindê da
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i356077-tundbûna_gêreyên_ticarî_di_navbera_amerîka_û_hindê_da
Hindê wek berteka himber biryara Trump a zêdekirina baca gumrikê, boykoteke berfire têkildarî kel û pelên amerîkî dest pê kirîye.
(last modified 2025-09-07T12:09:28+00:00 )
Îlon 07, 2025 18:20 Asia/Tehran
  • Tundbûna gêreyên ticarî di navbera Amerîka û Hindê da

Hindê wek berteka himber biryara Trump a zêdekirina baca gumrikê, boykoteke berfire têkildarî kel û pelên amerîkî dest pê kirîye.

Di dewama gêreyên ticarî di navbera Hind û Amerîkayê da, Narindra Mûdî Serokwezîrê Hindê ji welatîyên hindî xwest ku kel û pelên amerîkî boykot bikin û pêgirî ser bikaranîna kel û pelên hindî kir.

Donald Trump Serokomarê Amerîkayê baceke heta asta sedî 50 ser kel û pelên hindî da sepand, ev kara bû sebeb ku Hindî li şebekeyên civakî kempêynên boykotkirina şirketên amerîkî yên fenanî Mek Donald, Pêpsî û Epilê bi rê bixin.