Hejmara qurbaniyên lehiyê li Pakistanê ji 300 kesî derbas bû
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i355783-hejmara_qurbaniyên_lehiyê_li_pakistanê_ji_300_kesî_derbas_bû
Rêxistina Rêveberiya Qeyranê ya Pakistanê ragihand ku hejmara qurbaniyên lehiyê û barana guj li parêzgeha Xayber Pextunxwayê rabûye 337 kesî.
(last modified 2025-08-16T10:57:35+00:00 )
Tebax 16, 2025 13:12 Asia/Tehran
  • Hejmara qurbaniyên lehiyê li Pakistanê ji 300 kesî derbas bû

Rêxistina Rêveberiya Qeyranê ya Pakistanê ragihand ku hejmara qurbaniyên lehiyê û barana guj li parêzgeha Xayber Pextunxwayê rabûye 337 kesî.

Çavkaniyên Pakistanî derbarê karesateke bêhempa li parêzgeha Xayber Pexunxwayê li bakurê rojavayê vî welatî aghiyan didin û dibêjin ku barana zêde û boş li vê herêmê jiyana bi mîlyonan kesan asteng kiriye û di 48 sietên derbasbûyî de hejmara candayîyên ji ber baran û lehiyê li vê herêma Pakistanê rabûye 337 kesî. Bi dehan kes jî birîndar bûne û bi sedan kes bêmal bûne. Jordeketina helîkoptereke hawargihêştin û Rizgarkirinê li herêma Bacûrê jî bû sedema candayîna 2 pîlotan û 3 kesên tê da. Hevgav Komara Îslamî ya Îranê amadebûna xwe ji bo alîkariya bo qurbaniyên lehiyê li Pakistanê ragihand.