Hewildana Trump jibo firotina bayê 10 milyar dolarî çek û sîlehan bo NATOyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i355356-hewildana_trump_jibo_firotina_bayê_10_milyar_dolarî_çek_û_sîlehan_bo_natoyê
Serokkomarê Amerîkayê hewl dide ku çekan bifiroşe NATOyê ku wekî beşek ji pêla yekem a alîkariya leşkerî bo Ukraynê werin veguhestin.
(last modified 2025-07-15T11:36:14+00:00 )
Tîrmeh 15, 2025 10:01 Asia/Tehran
  • Hewildana Trump jibo firotina bayê 10 milyar dolarî çek û sîlehan bo NATOyê

Serokkomarê Amerîkayê hewl dide ku çekan bifiroşe NATOyê ku wekî beşek ji pêla yekem a alîkariya leşkerî bo Ukraynê werin veguhestin.

Rojnameya Waşington Post, ji zarê çavkaniyeke agehdar ragihand ku nirxa pakêta alîkariya leşkerî ya ku dê ji Ukraynê re were pêşkêşkirin,  bi qasî 10 milyar dolar tê texmînkirin. Ev alîkariya leşkerî renge ku îzna bikaranîna çekên êrişkirinê yên nû û bihêz jî bigre ber xwe. Donald Trump roja Duşemê ragihand ku Amerîka dê dabînkirina çekan ji bo hevalbendên xwe yên Ewropî zêde bike û ev welat jî dê van çekan veguhezînin Ukraynê. Ev çek mûşek, sîstemên berevaniya hewayî û  kelûpelên topan digre ber xwe.