Pêkhatina agirbesê navbera Hindistan û Pakistanê; Çek hatin wemirandin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i354603-pêkhatina_agirbesê_navbera_hindistan_û_pakistanê_Çek_hatin_wemirandin
Hindistan û Pakistan piştî çend rojan şer û pevçûnan agirbes qebûl kirin.
(last modified 2026-02-24T13:12:22+00:00 )
May 10, 2025 15:39 Asia/Tehran

Hindistan û Pakistan piştî çend rojan şer û pevçûnan agirbes qebûl kirin.

Di halekî da ku serokkomarê Amerîkayê, Donald Trump vê sibê derbarê agirbesa demlidest di navbera Hindistan û Pakistanê de agahî dabû, îro Mihemed Îshaqdar, Wezîrê karên derve yê Pakistanê ragihand: Me bi Hindistanê re derbarê agirbeseke demlidest li hev kir. Wî got ku Pakistan her tim hewl dide ku li herêmê aştî û ewlehî pêk were û serwerî û yekperçetiya axa xwe biparêze. Wî got ku ev ne rêketineke qismî ye, belku têgihîştineke tam û tekûz  jibo agirbesa di navbera her du welatan de ye.