Agirekî berfire berbûye New Cêrseya Amerîkayê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i354387-agirekî_berfire_berbûye_new_cêrseya_amerîkayê
Ji duh va agirekî berfire berbûye eyaleta New Cêrsîyê ku ketîye bakur- rojhilata Amerîkayê.
(last modified 2025-05-04T17:02:40+00:00 )
Nîsan 25, 2025 11:13 Asia/Tehran
  • Agirekî berfire berbûye New Cêrseya Amerîkayê

Ji duh va agirekî berfire berbûye eyaleta New Cêrsîyê ku ketîye bakur- rojhilata Amerîkayê.

Li gorî çavkanîyên nûçeyan, wî agirê berfire herêmeke bi rûbera 8500 donimî daye ber xwe û heta nika 3 hezar niştecîyên wê navçeyê neçar mane ku mala xwe biterikînin.

Tê gotin agirberbûn ji ber hişkesalîyê ye û ceryana zêde ji 25 hezar mal û avahîyan jî qut bûye û rayedarên eyaleta New Cêrsî ya Amerîkayê derbara giranbûna hişkesalîyê û dûhatên wê da hişyarî dane.