Êrişeke xwekujîyê Li Pakistanê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i353812-Êrişeke_xwekujîyê_li_pakistanê
Di encama teqînekê da li eyaleta Belûçistan a Pakistanê da 5 kes hatin kuştin û çend kes jî hatin birîndarkirin.
(last modified 2025-03-16T11:50:09+00:00 )
Adar 16, 2025 13:39 Asia/Tehran
  • Êrişeke xwekujîyê Li Pakistanê

Di encama teqînekê da li eyaleta Belûçistan a Pakistanê da 5 kes hatin kuştin û çend kes jî hatin birîndarkirin.

Îro li cadeya Noşkî- Dalbendîn a eyaleta Belûçistan a Pakistanê da teqînek qewimî, teqîn ser rêya otobusekê pêk hat. Hin çavkanîyan ragihandin ku ew teqîn bi awayê êrişa xwekujîyê pêk hatîye û terorîstan bi awayê hevgav otobusa hilgirê hêzên emnî kirine armanc. 

Koma terorîst a Artêşa Azadkirinê ya Belûç berpirsyarîya vê êrişê da ustîyê xwe.