Çîn: Pêken dê bi awayekî teqil himberî xeracên Trump bisekine 
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i353684-Çîn_pêken_dê_bi_awayekî_teqil_himberî_xeracên_trump_bisekine
Wezîrê Karên Derve yê Çînê kiryara Serokomarê Amerîkayê ya jordabirina asta xeraca kel û melên çînî şermezar kir û got ku Pêken dê bi awayekî teqil himberî xeracên Trump bisekine. 
(last modified 2025-05-04T17:02:40+00:00 )
Adar 07, 2025 15:50 Asia/Tehran
  • Çîn: Pêken dê bi awayekî teqil himberî xeracên Trump bisekine 

Wezîrê Karên Derve yê Çînê kiryara Serokomarê Amerîkayê ya jordabirina asta xeraca kel û melên çînî şermezar kir û got ku Pêken dê bi awayekî teqil himberî xeracên Trump bisekine. 

Wang Yî Wezîrê Karên Derve yê Çînê kiryara Serokomarê Amerîkayê ya jordabirina asta xeraca kel û melên çînî şermezar kir û got ku Pêken dê bi awayekî teqil himberî zextên Amerîkayê yên ji bo jordabirina asta te`rife û xeracan bisekine.

Wî herwiha Çîn wek zilhêzek cîhanî û bawerpêkirî di qeyranên cîhanî de da nasandin û got ku vekişîna Amerîkayê ji danuistandinên navdewletî hema daxwaza Çîn û Ewrûpa û welatên başûra cîhanê ye.

Wezîrê Karên Derve yê Çînê bal kişand ser alîkarîyên ku Pêkenê bi merema sekinîna hibmerî qaçaxa maddeyên hişber raberî Amerîkayê kiribû û got: Nabe ku Amerîka himber nêta xêrê ya Çînê, bi nerazîbûnê bersivê bide, bila sepandina xeraca bêyî heger wêda bimîne.