Bila Ukrayn çavlirêya cezadîtina ji ber cinayetên li Korskê be
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i353006-bila_ukrayn_çavlirêya_cezadîtina_ji_ber_cinayetên_li_korskê_be
Berdevka Wezareta Karên Derve ya Ûrsêtê kiryarên Ukraynê yên dijî sivîlan li Korskê şermezar kir.
(last modified 2025-05-04T17:02:40+00:00 )
Çile 19, 2025 13:06 Asia/Tehran
  • Bila Ukrayn çavlirêya cezadîtina ji ber cinayetên li Korskê be

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Ûrsêtê kiryarên Ukraynê yên dijî sivîlan li Korskê şermezar kir.

Marîya Zaxarova Berdevka Wezareta Karên Derve ya Ûrsêtê ragihand ku cinayetên Ukrayn himber sivîlan li herêma Korskê dike, nasnama terorîstbûna rejîma Kîyêvê nîşan dide. 

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Ûrsêtê pêgirî kir sebebkar û encamderên wan cinayetana divê çaverêyê cezayê bin.

Zaxarovayê ragihand ku Moskow ne çaverê ye ku dezgeh  û rêxistinên navdewletî bertekek zelal hibmerî wan kiryarên Ukraynê yên li Korskê ray bidin.

Wezareta Berevanîyê ya Ûrsêtê duh ragihand ku hêzên vî welatî karîne 4 herêmên din li Korskê di 2 hefteyan da azad bikin.