Pilana Ewrûpayê ji bo sepandina boykotên nû ser Rûsiyê da
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i352910-pilana_ewrûpayê_ji_bo_sepandina_boykotên_nû_ser_rûsiyê_da
Medyayan basa pilana Komîsyona Ewrûpayê ji bo amadekirina pakêtên nû yên boykotan ser Rûsiyê kirin.
(last modified 2025-01-12T11:47:45+00:00 )
Çile 12, 2025 14:05 Asia/Tehran
  • Pilana Ewrûpayê ji bo sepandina boykotên nû ser Rûsiyê da

Medyayan basa pilana Komîsyona Ewrûpayê ji bo amadekirina pakêtên nû yên boykotan ser Rûsiyê kirin.

Komîsyona Ewrûpayê pilan darêştiye ku hefteya dahatî reşnivîsa boykotên nû dijî Rûsiyê bi armanca pejirandina pakêta boykotan destpê bike. Komîsyona Ewrûpayê wê hin şêwirîna bi welatên endamê YE`yê re li ser pakêta 16`an a boykotan pêk bîne. Di van niqaşan da balyozên YE`yê wê pêşniyarên xwe raber bikin û dilnîgeraniyên têkildarî kiryarên dahatî bêxin ber niqaşê. Piştî bidawîhatina vê pêvajoyê, Komîsyona Ewrûpayê wê pêşniyarên xwe raber bike. Poloniya ku nika serokatiya YE`yê dike, li dû serxistina pakêta boykotan heta salvegera şerrê di 24`ê Sibatê da ye.