NY: Divê êrişên hewayî yên Îsraîlê li Sûriyê werin sekinandin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i352572-ny_divê_êrişên_hewayî_yên_Îsraîlê_li_sûriyê_werin_sekinandin
Sersekreterê NY êrişên hewayî yên rejîma Îsraîlê ser Sûriyê, binpêkiirna desthilatdarî û yekperçetiya axa vî welatî da zanîn.
(last modified 2025-05-04T17:02:40+00:00 )
Kanûn 20, 2024 14:09 Asia/Tehran
  • NY: Divê êrişên hewayî yên Îsraîlê li Sûriyê werin sekinandin

Sersekreterê NY êrişên hewayî yên rejîma Îsraîlê ser Sûriyê, binpêkiirna desthilatdarî û yekperçetiya axa vî welatî da zanîn.

Antoniyo Gotrêş, sersekreterê NY amajeyî vî yekî kir ku êrişên hewayî yên Îsraîlê ser Sûriyê, desthilatdarî û yekperçetiya axa vî welatî binpê dikin û pêgîrî kir, divê desthilatdarî û yekperçetiya ax û yekbûna Sûriyê bi tamî were vejiyandin û divê hemû karên destdirêjkir jî werin sekinandin.

Gotrêş bi pêgîriya li ser viya ku nabe ti hêzeka leşkerî li navçeya navbirr da hebe, destnîşan kir: Divê Îsraîlê xalên hevhatinameya jiçekirinê ya 1974`an ku hîna jî bi tamî maye, biparêze.