Borêl banga agirbesa 3 rojî li Xezeyê kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i350798-borêl_banga_agirbesa_3_rojî_li_xezeyê_kir
Berpirsê siyaseta derve ya Yekîtiya Ewropayê, bi hişyariya derbarê belavbûna nexweşiya felca zarokan di nav zarokên Xezeyê de, daxwaza agirbeseke lezgîn ji bo derzîkirin û wakînekirina zarokên vê herêmê kir.
(last modified 2024-08-27T11:12:36+00:00 )
Tebax 27, 2024 14:41 Asia/Tehran
  • Borêl banga agirbesa 3 rojî li Xezeyê kir

Berpirsê siyaseta derve ya Yekîtiya Ewropayê, bi hişyariya derbarê belavbûna nexweşiya felca zarokan di nav zarokên Xezeyê de, daxwaza agirbeseke lezgîn ji bo derzîkirin û wakînekirina zarokên vê herêmê kir.

Cozêp Borêl  got: Belavbûna bilez a felca zarokan gefê li  hemû zarokên li Xezeyê dixwe yên ku  berê ji ber awarebûn, bêparbûn û kêmxwarinê lawaz bûne.

Wî  got: Ez daxwaza agirbeseke mirovî ya bilez a 3 rojî dikim,  ku îmkan û derfeta waksîekirin û derzîlêdanê ji aliyê Rêxistian Tendrustiya cîhanî û UNICEFê pêk were.  Di hemen demê de  UNRUWAyê ragehand: Rewşa zîvala Xezeyê nalebar e û ji ber gefan û fermana valakirinê malbat neçar in birevin û ji aliyê tank, bombe û êrişan ji her alî va tên dorpêçkirin. 

 UNRUWAyê ragehandiye ji ber êrişên leşkerî yên Îsraîlê ser Dêr Belehê bi tenê sê bîrên avê ji sercem 18 bîrên ava vexwarinê li navçeyê dixebitin ku bûye sedem sedî 85 kêmasiya avê hebe.