Pêgîriya Mêdvêdêv li ser hevdengiya nihêrînên Moskowa û Asêanê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i348861-pêgîriya_mêdvêdêv_li_ser_hevdengiya_nihêrînên_moskowa_û_asêanê
Alîkarê serokê Konseya Ewlehiyê ya Rûsiyê, îro di axiftinekê da daxwaza hevdengiya nihêrînên Moskowayê û Asêanê bereberê boykotên ji aliyê welatên rojavayî ve kir.
(last modified 2024-10-11T12:34:58+00:00 )
Hezîran 18, 2024 17:44 Asia/Tehran
  • Pêgîriya Mêdvêdêv li ser hevdengiya nihêrînên Moskowa û Asêanê

Alîkarê serokê Konseya Ewlehiyê ya Rûsiyê, îro di axiftinekê da daxwaza hevdengiya nihêrînên Moskowayê û Asêanê bereberê boykotên ji aliyê welatên rojavayî ve kir.

Dîmîtrî Mêdvêdêv got: Pêwîst e nihêrînên Rûsiyê û welatên Asêanê ji bo çareserkirina mijarên li bara dabînkirina xwerinê û tevî boykotên ku welatên rojavayî sepandine, werin hevdengkirin.Dîmîtrî Mêdvêdêv di dewamê da got ku ji bo Rûsiyê girîng e di çarçoveya yekrêzî û yekgirtîkirina sîstimên navçeyî yên peredayînê û welatên Asêanê pêngavan rake.Wî herwiha got: Kompaniya Rûs Atomê hez dike hevkariya bi welatên Asêanê bona avakirina hêzgehên atomî û veguhestina teknolojiyên pêwîst bo şirîkan, berfireh bike.