Moskow: NATO meşqên êrîşa navokî ser axa Rûsyê pêk tîne
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i348455-moskow_nato_meşqên_êrîşa_navokî_ser_axa_rûsyê_pêk_tîne
Serokê Dezgeha Sînorî ya Ewlehiya Federal a Rûsyê derbarê meşqa navokî ya NATO`yê li nêzîkî sînorên Rûsiyê got: NATO li nêzîkî sînorên vî welatî ji bo êrişkirina ser Rûsyayê meşqa navokî li dar dixe.
(last modified 2024-10-11T12:34:58+00:00 )
May 28, 2024 14:26 Asia/Tehran
  • Moskow: NATO meşqên êrîşa navokî ser axa Rûsyê pêk tîne

Serokê Dezgeha Sînorî ya Ewlehiya Federal a Rûsyê derbarê meşqa navokî ya NATO`yê li nêzîkî sînorên Rûsiyê got: NATO li nêzîkî sînorên vî welatî ji bo êrişkirina ser Rûsyayê meşqa navokî li dar dixe.

Viladîmîr Kulişêv bal kişand ser wê yekê ku li nêzî sînorê Rûsyê, xebatên sîxuriyê yên NATO`yê zêde dibin û wiha got: Em şahidê zêdekirina çalakî û meşqên leşkerên NATO`yê ne ku dixwezin senaryoyên operasyonên lêdanê yên dijî Federasyona Rûsyê, ji wan êrîşên navokî yên li nav axa me, cih bînin.Vî rayedarê berpirs her wiha destnîşan kir ku ji Sibata 2022`an vir ve, Garda Sînorî ya Rûsyê kariye 29 hewildanên sîxuriyê yên Ukraynê ji bo ketina nav Biryansk, Kursk, Belgorod û Kirimê têk bibe.Kulişêv di dewamê da got, hejmara êrîşên topxaneyî û mûşekî yên artêşa Ukraynê dijî axa Rûsyê, di nav de armancên leşkerî, tiranzît, enerjî û binesaziyên din, zêde ji berê jorda çûne. Li gorî gotina wî, piraniya van êrîşan dijî armanc û çeperên sivîl bûne.