UNRWA: Îsraîl hewl dide çalakiyên me yên li Xezeyê bi dawî bîne
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i347678-unrwa_Îsraîl_hewl_dide_çalakiyên_me_yên_li_xezeyê_bi_dawî_bîne
Serokê Ajansa Alîkarî û peydakirina kar ji bo penaberên filistînî yê NY (UNRWA) çarşemiya şevê got: Rêjîma Siyonîst hewl dide ku çalakiyên vê ajansê li Xezeyê bi dawî bîne.
(last modified 2024-04-18T00:49:45+00:00 )
Nîsan 18, 2024 04:18 Asia/Tehran
  • UNRWA: Îsraîl hewl dide çalakiyên me yên li Xezeyê bi dawî bîne

Serokê Ajansa Alîkarî û peydakirina kar ji bo penaberên filistînî yê NY (UNRWA) çarşemiya şevê got: Rêjîma Siyonîst hewl dide ku çalakiyên vê ajansê li Xezeyê bi dawî bîne.

Fîlîp Lazarînî got: Ji bo bidawîanîna operasyonên UNRWAyê li Xezeyê hewldanek çavnebarane heye.

Wî bal kişande ser wê yekê ku ev hewldan dê encamên cidî bo aştî û ewlehiya navneteweyî hebin û got: Îsraîl  hewl dide çalakiyên me li Xezeyê bi dawî bîne û çendîn caran daxwaza şandina alîkariyan bo bakurê zîvala Xezeyê red kiriye.

Rêvebirê  kagêr ê Sindoqa Zarokan a NY(UNICEF) rexne li bêdengiya civaka navdewletî li hember cinayetên Rêjîma Siyonîst girt û ragihand ku ji destpêka şerê li Xezeyê ji 15 Cotmeha sala borî ve heta niha zêdetir ji 13 hezar û 800 zarokên filistînî hatien şehîdkirin. Katrîn Rasêl di konfêranseke rojnamevanî de li New Yorkê got: Herwiha di vê heyamê de zêdetirî 76 hezar kes jî birîndar bûne û bi hezaran kes jî li ber xelayê ne.