Dadgeha Bilind a Amerîkayê daxwaza Trump red kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i345542-dadgeha_bilind_a_amerîkayê_daxwaza_trump_red_kir
Bi hikmê Dadgeha Bilind a Amerîkayê dadgehên din dikarin hilkolandina dozên li dijî Trump berdewam bikin. Donald Trump bi hewldana jibo betalkirina encamên hilbijartinên serokatiyê yên 2020-an hatiye tawanbarkirin.
(last modified 2023-12-23T03:52:03+00:00 )
Kanûn 23, 2023 06:35 Asia/Tehran
  • Dadgeha Bilind a Amerîkayê daxwaza Trump red kir

Bi hikmê Dadgeha Bilind a Amerîkayê dadgehên din dikarin hilkolandina dozên li dijî Trump berdewam bikin. Donald Trump bi hewldana jibo betalkirina encamên hilbijartinên serokatiyê yên 2020-an hatiye tawanbarkirin.

Dadgeha Bilind a Amerîkayê duh ragihand ku naxwaze demlidest derbarê vê  îdiaya  Donald Trump Serokkomarê berê yê Amerîkayê ku dibêje nikarin wî mehkeme bikin, biryarê bide.

Bi vê biryara Dadgeha Bilind a Amerîkayê, dadgehên din dikarin  hilkolandina dozên li dijî Trump bedewam bikin. 

Donald Trump bi hewldana jibo betalkirina encamên hilbijartinên serokatiyê yên 2020-an hatiye tawanbarkirin.

Biryara Dadgeha Bilind a Amerîkayê piştî wê yekê tê dayîn ku koma parêzerên Trump daxwaza bilezkirina  vê daxwaza Serokkomarê berê yê Amerîkayê derbarê parêzbendiya dadweriyê  kiribûn.

Biryar e dadgehkirina Trump di meha adarê de dest were destpêkirin.

Dadgeha Bilind a Amerîkayê  bi dayîna dengeke yek rûpelî  bêî şiroveyên zêdetir, nêrîna xwe ragihand.