Nimandina Mûşeka haypersonîk a Fettah li medyayên navneteweyî deng veda
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i341796-nimandina_mûşeka_haypersonîk_a_fettah_li_medyayên_navneteweyî_deng_veda
Rojnameya The Jerusalem Post'ê nivîsî: Fettah dikare di heyama 400 çirkeyî da bigihêje Îsraîlê (Filistîna dagirbûyî).
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 06, 2023 13:46 Asia/Tehran

Rojnameya The Jerusalem Post'ê nivîsî: Fettah dikare di heyama 400 çirkeyî da bigihêje Îsraîlê (Filistîna dagirbûyî).

Ajansa Reuters'ê û malpera Guardian'ê nivîsîn: Birra Fettah'ê 1400 Kîlomitr e û dikare hemî mnertalên berevaniyê derbas bike.

El-Erebiye û El-Cezîreyê jî bi awayekî bal kişandin ser şêwaza firrîna vê mûşejkê û nivîsîn: Fettah ji ber hêza xwe ya zehf û leza zêde dikare di rêgeheke lihevalyayî da bifire û ji pergalên berevaniya mûşekî derbas bibe.

Li gorî rapora IRAN Press'ê, Mûşeka Haypersonîk a Fettah a Hêza Hewa-Feza ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî îro bi amadebûna Seyid Îbrahîm Reyîsî Serokê Komara Îslamî ya Îranê, serdar serleşker Hisên Selamî Fermandeyê Giştî yê Sipahê û serdar sertîp Emîr-Elî Hacîzade Fermandeyê Hêza Hewa-Feza ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî li erkantiya vê hêzê hat nimandin.

Hêjayî gotinê ye, mûşekên haypersonîk ji çek û rextên leşkerî yên herî nû ne ku roja îro ji aliyê welatine wekî Amerîka, Rûsya û Çînê va tên berhemanîn û bikaranîn.