Çînê li Deryaya Çîna Başûr meşqa leşkerî dest pê kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i340830-Çînê_li_deryaya_Çîna_başûr_meşqa_leşkerî_dest_pê_kir
Artêşa Çînê meşqa xwe ya sêrojî li derdora parêzgeha başûrî ya Haynanê li Deryaya Çîna Başûr dest pê kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 21, 2023 13:36 Asia/Tehran
  • Çînê li Deryaya Çîna Başûr meşqa leşkerî dest pê kir

Artêşa Çînê meşqa xwe ya sêrojî li derdora parêzgeha başûrî ya Haynanê li Deryaya Çîna Başûr dest pê kir.

Li gorî rapora Sputnik'ê, Ev meşqa leşkerî ji saet 18:00'ê roja Înîyê va li gorî dema xwecihî dest pê bû û sibeha 23ê Nîsanê dê bi dawî were.

Ti zanyariyek li ser hejmara hêz û çek û rextên beşdar di vê meşqê da nehatiye weşandin.

Di vî halî da, Çîn Kang Wezîrê Karên Derve yê Çînê îro li cem nûçegihanên Şanghayê tekez kir: Her du aliyên Tengava Taywanê ayîdî Çînê ne û mafê hakimiyeta Çînê li ser wê heye.