Greva karkerên şaredarîyan didome, kolanên Parîs veguherîne zibildankan
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i340430-greva_karkerên_şaredarîyan_didome_kolanên_parîs_veguherîne_zibildankan
Greva karkerên şaredarîyan li Fransayê didome û ji ber vê yekê kolanên Parîs veguherîne zibildankan.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 27, 2023 13:53 Asia/Tehran
  • Greva karkerên şaredarîyan didome, kolanên Parîs veguherîne zibildankan

Greva karkerên şaredarîyan li Fransayê didome û ji ber vê yekê kolanên Parîs veguherîne zibildankan.

Karkerên paqijkirin û ramalînê yên Şaredarîyan grev û xwenîşandana dijî pêşnuma têkildarî malnişînkirinê ya hikûmeta Emanoel Mekron didomînin û ji ber vê yekê kirs û zibil li kolanên Fransayê ser hev da tên qûçkirin.

Ji ber vê grev û xwenîşandana demdirêj idî kolanên Parîsê veguherîne zibildankan û ev yeka bûye sedema hêrsbûna welatîyan û herwiha bûye sedema xetereke bilquwwe ji bo niştecihên Parîsê û geştyarên derveyî.

Karker û personelên beşên curbicur li Fransayê dijî pêşnuma jordabirina temenê malnişînbûnê ya hikûmeta Mekron  daketine kolanan û dijî vê yekê derdikevin. Armanc ew e ku temenê malnişînkirinê ji 62yê bo 64ê jorda bibin lê karker ser vê bawerê ne ku ev yeka dê bandoreke xrab li debara jîyanê û rewşa karkirina wan bike.