Sersekreterê NY: Av tişta herî binirx a hevpar a mirovan e
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i340417-sersekreterê_ny_av_tişta_herî_binirx_a_hevpar_a_mirovan_e
Sersekreterê NY derheq vê yekê da ku ``mirov ber xeterê ye`` hişyarî da û ji mirovan xwest ku rê û şêwaza sûdwergirtina ji avê biguherînin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 27, 2023 11:26 Asia/Tehran
  • Sersekreterê NY: Av tişta herî binirx a hevpar a mirovan e

Sersekreterê NY derheq vê yekê da ku ``mirov ber xeterê ye`` hişyarî da û ji mirovan xwest ku rê û şêwaza sûdwergirtina ji avê biguherînin.

Sersekreterê NY Antoniyo Gotereş ragihand: Av tişta herî binirx a hevpar a mirovan e û divê li rex mijar û babetên din ên cîhanî yên wekî tenduristî, aştî û dabînkirina ewleh a xwarekê cî bigire.

Sersekreterê NY pêgirî kir: Civaka mirovantîyê ber xeterê ye û divê civaka mirovantîyê rê û şêwaza bikaranîna avê biguherîne. Wî pêgirî kir: Divê av li rex mesele  ûmijarên din ên wekî tenduristî, paqijî, aştî, hejarî û ewlehîya dabînkirina xwarekê ji hêla sazî û dezgehên cîhanî va bê berçavgirtin.

Sersekreterê NY pêgirî kir: Em bikaranîna bêreje ya avê, vê maddeya zef girîng ku rola wê ya jîyanê ji bo mirovantîyê heye, ji nav dibin û bi jordabirina asta germatîya topa erdê, dibin sebeb ku av bibe hilm.