Berteka Koşka Sipî li hember daxûyaniya hevpar a serokkomarên Çîn û Rûsyayê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i340297-berteka_koşka_sipî_li_hember_daxûyaniya_hevpar_a_serokkomarên_Çîn_û_rûsyayê
‘John Kirby’, hewahengkerê Peywendiyên Stratejîk a Konseya Ewlehiya Neteweyî ya Koşka Sipî wek berteka li himber daxûyaniya hevpar a Serokkomarên Rûsya û Çînê, plana aşitiyê ya Pikenê da ber behs û nîqaşan.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 22, 2023 12:27 Asia/Tehran
  • Berteka Koşka Sipî li hember daxûyaniya hevpar a serokkomarên Çîn û Rûsyayê

‘John Kirby’, hewahengkerê Peywendiyên Stratejîk a Konseya Ewlehiya Neteweyî ya Koşka Sipî wek berteka li himber daxûyaniya hevpar a Serokkomarên Rûsya û Çînê, plana aşitiyê ya Pikenê da ber behs û nîqaşan.

‘John Kirby’ roja Sêşemiyê di nava koma nûçegîhanan li Koşka Sipî îdia kir: Çîn derbarê meseleya Ukraynê de bêalî nîne û ger dixweze roleke kêrhatî di şerê Rûsyayê û Ukraynê de hebe, divê zorê bîne ser Moskowayê ku hêzên xwe ji Ukraynê derxîne.

Vî rayedarê Koşka Sipî destnîşan kir: Şopandina rêziknameya NY’yê tê wateya derketina hêzên ûris ji axa Ukraynê.

 ‘Vladîmîr Pûtîn’ û ‘Şî Cînpîng’ serokkomarên Rûsyayê û Çînê berêvara roja Sêşemiyê piştî muzakireyên xwe yên berfireh li Koşka Krêmlînê daxûyaniyeke hevpar derbarê xurtkirina beşdariya giştalî û hevkariya stratejîk wajo kirin.

Serokomarê Rûsyayê got: Em dikarin Plana aşitiya Çînê wek bingehek bo çareserkirina bi aşitî li Ukraynê bizanin; Dema ku ew li rojava û li Kiyêvê jêre amade bin.

 ‘Şî Cînpîng’ Serokkomarê Çînê jî ragihand ku amade ye planekê bo geşkirina peywendiyên dualî û hevkariyên praktîkî bona vejiyandin û geşatiya Çîn û Rûsyayê  darêje.