Sibat 15, 2023 19:37 Asia/Tehran
  •  YE bi dû boykotkirina gemîyên hilgirê nifta Rûsyê ye

Yekîtiya Ewropayê (YE) bi heceta şerê li Ukraynê bi dû sepandina boykotên nû ser şirketa gemîvanîyê ya Sun Ship’ê ye ku alîkarîyê dide Moskowê ji bo ku di warê veguhestina niftê da xwe ji boykotên YE’yê vedize.

Rayedarên YE’yê idia dikin, şirketa gemîvanîyê ya Sun Ship’ê di Nîsana 2022an da bi dizî ve mazûvanîya 92 gemîyên şirketa hikûmî ya Rûsyê ya bi navê Sokom Filot’ê kirîye û boykotên nû ji ber rêkxistina veguhestina bi dizî ve ya nifta Rûsyê ser wê şirketê da tên sepandin.

Boykotên nû yên YE’yê dijî Rûsyê bi heceta şerê li Ukraynê ji 5’ê Sibatê va dest pê bûn û li gorî wan hinardekirin û kirrîna berhemên niftê yên wekî benzîn û ardûya dîzêlan ji Rûsyê va hat qedexekirin.

Welatên rojavayî ji wan welatên endamê YE’yê ji destpêka şerê li Ukraynê va, hin boykot ji wan di warê enerjîyê da ser Rûsyê sepandine ku gellek caran encama berovajî bi dest xistine û gelên wan welatana xwe tûşî dijwarî û zehmetîyê bûne.

 

Serepeyv