Sibat 14, 2023 13:17 Asia/Tehran
  • “Zextên welatên rojavayî, dibin sedem peywendiyên Rûsiye û Îranê berfireh bibin”

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsiyê pêgîrî kir, boykotên welatên rojavayî ti bandorekê li hevkariya welatê wê bi Îranê re nakin belkî ew xurt kirine.

Mariya Zaxarova, Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsiyê, şeva buhurî ragihand, boykotên welatên rojavayî bûne sebeb peywendiyên dualî bi taybet danûstandinên bazirganiyê di navbera Rûsiye û Îranê da zêde û xurt bibin.

Zaxarovayê bal kişand ser gotinên Serokkomarê Fransayê yên li ser viya ku eger ev îhtimala hebe ku di şerrê Ûkraynê da Tehranê pişta Moskowayê girtibe, yê bibe sedema zêdebûna boykotên dijî Îranê jî û got: “Rûsiye û Îran berovajî nihêrîna welatên rojavayî, dê hevkariya xwe bidomînin û berfireh bikin.”

Vê dîplomata ûris amajeyî vê yekê kir ku asta peywendiyên bazirganiyê yên Rûsiye û Îranê sedî 20 zêde bûye û sala buhurî rabû 5 mîlyar dolarî û got: “Xwediyên pîşe û şixulan, derbasî bazarên nû dibin û cîyên vala yên kelûpelan tijî dikin.”

 

Serepeyv