Yêrîvan: “Kiryarên Îranê kêşeyên li Qefqazê kêm kirin”
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i339201-yêrîvan_kiryarên_Îranê_kêşeyên_li_qefqazê_kêm_kirin
Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Ermenistanê tekez kir ku kiryar û helwêstên rayedarên Îranê ji bo pêşîgirtin li xedarbûna zêdetir a rewşa navbera Yêrîvan û Bakûrê di Îlona 2022an da alîkariyeke mezin bû.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 01, 2023 14:49 Asia/Tehran
  •  Yêrîvan: “Kiryarên Îranê kêşeyên li Qefqazê kêm kirin”

Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Ermenistanê tekez kir ku kiryar û helwêstên rayedarên Îranê ji bo pêşîgirtin li xedarbûna zêdetir a rewşa navbera Yêrîvan û Bakûrê di Îlona 2022an da alîkariyeke mezin bû.

Li gorî rapora Fars News'ê, “Wahan Kastanyan” (Vahan Kostanyan) Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Ermenistanê di hevpeyvîna digel Al-Monitor'ê da got: “Hin zanyarî di destê me da hebûn ku Komara Azerbaycanê di Îlona 2022an da dema êrîşa ser Ermenistanê, xwe ji bo êrîşên mezintir amade dikir; lê kiryarê û helwêstên rayedarên Îranê alîkarî da ku ew rewş zêdetir aloz nebe.”

Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Ermenistanê di dewamê da tevî tekeziya li ser vêya ku bidestxistina çekên îranî di destûrkara Yêrîvanê da nîne, derbarê armancên Bakûyê jî amaje bi sê mijaran kir; “Kokbirrkirina etnîkî li navçeya Qerebaxa Çiyayî”, “Pêkanîna kêşeya leşkerî ya berfireh li navçeyê” û “Handana aliyê ermenistanî bo îcadkirina korîdora biyanî li nav axa xwe.”