Ji ber Bahoza Gérard'ê ceryana bi hezaran malan li Fransayê qut bû
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i338858-ji_ber_bahoza_gérard'ê_ceryana_bi_hezaran_malan_li_fransayê_qut_bû
Ceryana 75 hezar aboneyên fransî ji ber xerabûna rewşa hewa û bahoza bi navê "Jêrar" (Gérard) qut bû.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 16, 2023 14:16 Asia/Tehran
  • Ji ber Bahoza Gérard'ê ceryana bi hezaran malan li Fransayê qut bû

Ceryana 75 hezar aboneyên fransî ji ber xerabûna rewşa hewa û bahoza bi navê "Jêrar" (Gérard) qut bû.

Bahoza Gérard'ê êvara Yekşemiyê, 15ê Çileyê bakurê Fransayê da ber xwe û rewşa 17 navçeyên vî welatî ji ber bayên tund ketiye rewşa xeter an hişyariyê.

Çavkaniyên nûçeyan li Fransayê her wiha ragihandin ku ceryana 75 hezar malan ji sibeha roja Duşemiyê va qut bûye.

Rêveberê Kompaniya Endîs'ê wek operatora tamîrkirina sîstemên ceryanê li Fransayê jî qutbûna ceryana bi hezaran malên fransî piştrast kir û ragihand ku ceryana pirraniya niştecihên bakurê Fransayê ji wan li Normandî û Brittany'ê qut bûye.

Kompaniya neteweyî ya Rêya Hesin a Fransayê jî ragihand ku ji ber ketina darên jikokaxwe-derketî ji ber bahozê li ser rêya hesin, hin pirsgirêk çê bûne.