Maria Zakharova: "Kiryara Zelenskî şeytanperestane ye"
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i338703-maria_zakharova_kiryara_zelenskî_şeytanperestane_ye
Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsiyê kiryara serokkomarê Ukraynê ya jêstandina mafê hemwelatîbûnê ji 13 keşeyên Kilîseya Ortodoka Ukraynê wek Şeytanperestî bi nav kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 09, 2023 05:34 Asia/Tehran
  • Maria Zakharova:

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsiyê kiryara serokkomarê Ukraynê ya jêstandina mafê hemwelatîbûnê ji 13 keşeyên Kilîseya Ortodoka Ukraynê wek Şeytanperestî bi nav kir.

Maria Zakharova Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsiyê biryara Volodîmîr Zelenskî serokkomarê UKraynê ya jêstandina mafê hemwelatîbûnê ji 13 keşeyên Kilîseya Ortodoksa Ukraynê wek "Kiryara Şeytanperestane" bi nav kir.

Ev helwêsta Zakharovayê di rewşekê da tê hilêxistin ku Zelenskî fermanek derbarê jêstandina mafê hemwelatîbûnê ji 13 keşeyên ukraynî îmze kir û Kiyêvê tevdîrên xwe li dijî Kilîseya Ortodoks girantir kirine.

Ev pêngava serokkomarê Ukraynê di rewşekê da hatiye rakirin ku şerê di navbera vî welatî û Rûsiyê da hema wisa didome û li gorî gotina rayedarên Moskoyê, dewleta Kiyêvê heta niha daxwazên ji bo gotûbêj û aştiyê nepejirandine.