Kanûn 27, 2022 16:39 Asia/Tehran
  •  Polyanskî: 'Konferansa Aştiyê' bêyî beşdariya Rûsiyê ne pêkan e

Dmîtrî Polyanskî Alîkarê nûnerê dayîm ê Rûsiyê li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) wek berteka li hemberî pêşniyaza vê dawiyê ji aliyê Dmîtro Kûlêba wezîrê karên derve yê Ukraynê, got: Lidarxistina 'Konferansa Aştiyê' derbarê Ukraynê bêyî beşdariya Rûsiyê ne pêkan e.

Dmîtro Kûlêba wezîrê derve yê Ukraynê roja Duşemiyê ragihand: Kiyêvê dil heye heta dawiya Sibata 2023an civîneke aştiyê bi tercîh li NY'yê û bi navcîtiya Antoniyo Gûtêrêş sekreterê gişt ê vê rêxistinê li dar bixe.

Li gorî rapora ISNA'yê, Polyanskî roja Sêşemiyê di twitterê da nivîsî: "Sêwirandina lidarxistina konferanseke wiha bêyî Ukraynê 'Gelekî hêsantir' e, ev dikare senaryoyeke bikaresat ji bo rayedarên ukraynî be ku van planan raber dikin."

Dmîtrî Pêskov berdevkê Krêmlînê jî di vî warî da got: Rûsiye qet şertên diyarkirî ji aliyê kesên din va ji bo gotûbêja bi Ukraynê ra napejirîne, berovajî ew ê hertim şertên xwe bişopîne.

Her wiha Mîxayîl Glawzîn alîkarê wezîrê karên derve yê Rûsiyê got: Mosko bijardeya rêkara siyasî ji bo çareserkirina pevçûnên Ukraynê red nake, lê li gorî pêşmercên Ukraynê muzakire nake.

Wî tekez kir: Niha her tişt tenê girêdayî bi amadetiya Kiyêvê û erbabên wî yên rojavayî ji bo bidestxistina rêkareke siyasî û dîplomatîk e.

 

Serepeyv