Hûrgilîyên nû ji êrişa Ukraynê ya bi xwefirran binkeyên asimanî yên Rûsyayê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i338072-hûrgilîyên_nû_ji_êrişa_ukraynê_ya_bi_xwefirran_binkeyên_asimanî_yên_rûsyayê
Sergêrê desteya Rûsyayê di muzakireyên ewlehî û kontrolkirina çekan da li Vîyenê, got: Êrişa bi xwefirran a vê dawîyê ya Ukraynê ser 2 binkeyên asimanî yên Rûsyayê bi desthebûna Amerîkayê pêk hatîye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 09, 2022 13:08 Asia/Tehran
  •  Hûrgilîyên nû ji êrişa Ukraynê ya bi xwefirran binkeyên asimanî yên Rûsyayê

Sergêrê desteya Rûsyayê di muzakireyên ewlehî û kontrolkirina çekan da li Vîyenê, got: Êrişa bi xwefirran a vê dawîyê ya Ukraynê ser 2 binkeyên asimanî yên Rûsyayê bi desthebûna Amerîkayê pêk hatîye.

Sergêrê desteya Rûsyayê di muzakireyên ewlehî û kontrolkirina çekan da li Vîyenê, Konstantîn Gavrîlov ragihand: xwefirrên ku Ukraynê vê dawîyê ji bo êrişa ser binkeyên asimanî yên Rîzan û Saratov ên Rûsyayê bi kar anîbûn, ji hêla şirketa Raytheon Tekchnologies'ê va hatibûn birojkirin.

Konstantîn Gavrîlov herwiha got: Pirranîya armancên ku hêzên ukraynî êrişî wan dikin, ji hêla welatên rojavayî nemaze Amerîkayê va tên destnîşankirin.

Wezareta Berevanîya Rûsyayê roja Duşemê ragihand ku di encama êrişa bi xwefirran a Ukraynê ser binkeyên asimanî yên Rîzan û Saratovê da 3 leşekrên ûris hatine kuştin û zîyan li 2 balafiran ketîye.