Borrell: Ewropayê şiyanên pêwîst ên berevaniyê tunene
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i338067-borrell_ewropayê_şiyanên_pêwîst_ên_berevaniyê_tunene
Berpirsê siyaseta derve yê YE`yê got: Şerrê li Ukraynê nîşan dide ku eger li bazineya vê yekîtiyê pevçûn derkeve, vê yekîtiyê şiyanên pêwîst ên berevaniyê tunene.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 09, 2022 12:05 Asia/Tehran
  • Borrell: Ewropayê şiyanên pêwîst ên berevaniyê tunene

Berpirsê siyaseta derve yê YE`yê got: Şerrê li Ukraynê nîşan dide ku eger li bazineya vê yekîtiyê pevçûn derkeve, vê yekîtiyê şiyanên pêwîst ên berevaniyê tunene.

Josep Borrell berpirsê siyaseta derve yê YE`yê şeva buhurî di civîna bi Ajansa Berevaniyê ya Ewropayê de hişyarî da ku ji ber şerrê li Ukraynê, çekên zimhêrkirî yên Yekîtiya Ewropayê bi dawî hatine.

Zêde ji 9 mehan ji şerrê Ukraynê bi hemî berûlayên xwe yên berfire yên siyasî, leşkerî, aborî, civakî û heta çandî derbas dibe û şandina çekan ji hêla welatên rojavayî ve bo Ukraynê hîn didome.

Rûsiyê bi caran gotiye ku şandina çekan bo Ukraynê tenê dibe sedema demdirêjbûna kêşeya li vî welatî û yê dûhatên ku nayên pêşbînîkirin bi dû xwe bihêle.