Li Efxanistanê li medreseyekê teqîn çêbû û 10 feqî hatin kuştin
Tesrîn 30, 2022 12:16 Asia/Tehran
Li parêzgeha Semenganê ya bakurê Efxanistanê çaxa nimêja nîvro li medreseyekê teqîn çêbû û li gor agahiyên ewil herî kêm 10 feqî hatine kuştin.
Li gorî nûçeya Ajansa Anatoliyê (AA), Ebdul Nafî Takorê Berdevkê Wezareta Karên Navxweyî yê hikûmeta Talibanê daxuyanî da çapemeniyê û diyar kir li bajarê Aybeka navenda Semenganê çaxa nimêja nîvro li Medreseya Cîhadiyeyê teqîn çêbû.
Takor destnîşan kir ji ber teqînê herî kêm 10 feqî hatine kuştin û gelek kes birîndar bûne.
Ekîbên alîkariyê çûne ciyê bûyerê û hê kesî êrîş hilnedaye ser xwe.
Serepeyv