Dîsa teqîneke din li bajarê Kabulê paytexta Efxanistanê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i336804-dîsa_teqîneke_din_li_bajarê_kabulê_paytexta_efxanistanê
Medyaya Efxanistanê ragihand ku îro Şemiyê piştî nîvro dîsa teqîneke din li bakurê paytexta wî welatî Kabulê pêk hat.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 01, 2022 13:27 Asia/Tehran
  • Dîsa teqîneke din li bajarê Kabulê paytexta Efxanistanê

Medyaya Efxanistanê ragihand ku îro Şemiyê piştî nîvro dîsa teqîneke din li bakurê paytexta wî welatî Kabulê pêk hat.

Duh, Înê, teqîneke terorîstî ya kujêr li navenda perwerdeyê ya Rojavayê Kabulê pêk hat û bi dehan xwendekar hatin kuştin û gelek kes jî birîndar bûn.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Dengê Efganî (AVA), hin jêderan ragihandine ku teqîna vê şemiyê li nêzîk navenda perwerdehiya Celaleddîn pêk hatiye, lê heta niha agahiyên zelal li ber destan nînin.

Hîn rayedarên ewlehiyê yên Efxanistanê li ser vê kiryara terorîstî ti daxuyanî nedane.