"Bahoza Nanmadolê" gihîşte Japonê; 4 miliyon kes dê bên veguhestin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i336568-bahoza_nanmadolê_gihîşte_japonê_4_miliyon_kes_dê_bên_veguhestin
Bi hatina "Bahoza Nanmadolê" bo navçeyên başûrî yên Japonê, rêxistinên dewletî yên vî welatî daxwaza veguhestina 4 miliyon û 30 hezar kesî ji van navçeyan kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 19, 2022 03:59 Asia/Tehran

Bi hatina "Bahoza Nanmadolê" bo navçeyên başûrî yên Japonê, rêxistinên dewletî yên vî welatî daxwaza veguhestina 4 miliyon û 30 hezar kesî ji van navçeyan kir.

Bahoza Nanmadolê roja derbasbûyî derbasî bajarê Kiyoşûyê li başûrê Japonê bû û Rêxistina Hewanasiyê ya vî welatî tevî ragihandina hişyariya Asta 5 û tekeziya li ser vêya ku ev bahoz dê bibe sebeba barînên gelekî giran û kêmdîtî, daxwaza veguhestina 1.94 malbatan ji navçeyên başûrî yên Japonê kir.

Kompaniyên geştên asimanî yên Japonê heta niha 500 firrînên balefiran ji ber vê bahozê betal kirine û çalakiya hesinrêyê li navçeyên başûrî yên vî welatî jî ketiye rewşa nîv-betal.

Her wiha vê sibê elektrîka 25 hezar û 680 malbatan li parêzgeha Kagoşîmayê û navçeyên kêleka wê qut bû û meşa tren û firrîna balefiran jî hatin rawestandin.