Li Çînê di qezayeke trafîkê de bi dehan kes mirin û birîndar bûn
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i336563-li_Çînê_di_qezayeke_trafîkê_de_bi_dehan_kes_mirin_û_birîndar_bûn
Li eyaleta Guizhou ya Çînê di qezaya otobusê de herî kêm 30 kes mirin û 20 kes jî birîndar bûn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 18, 2022 18:48 Asia/Tehran
  • Li Çînê di qezayeke trafîkê de bi dehan kes mirin û birîndar bûn

Li eyaleta Guizhou ya Çînê di qezaya otobusê de herî kêm 30 kes mirin û 20 kes jî birîndar bûn.

Li gorî nûçeya Sputnikê, polîsên xwecihî yên Çînê ragihandin ku îro (Yekşem) li parêzgeha Guizhou ya li başûrê Çînê otobuseke rêwiyan wergeriya; Polîs di daxuyaniya xwe ya li ser tora virtual ya Çînê de nivîsî: “Heta saet 12ê nîvro li gorî dema herêmî, di vê qezayê de herî kêm 27 kes mirine û 20 kesên din ên birîndar jî niha di bin dermankirinê de ne.

Otobusa rêwiyan a ku 47 rêwiyan tê de bû serê sibê roja Yekşemê li ser rêya navbera parêzgeha Qiannanbei û Herêma Xweser a Miao ya li eyaleta Guizhou qulibî.